Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ali doğan gönültaş] de;

1. Ali Doğan Gönültaş an jî Alî Doxan Gonûltaş; solîst û avakarê koma (bnr: ze tijê) ye.
Hunermend û muzîkjenekê ku bala gelek Kurdan nakişîne ye. Xwedî tarz û ûslûbeke cûda ye, ev yek dike ku ew bala gelê Kurd nekişîne!

Ew bixwe ji Kigi ya Çewligê ye. Sala 1985an de ji dayîk bûye, piştî zarokatîya li Çewligê bi malbatî koçî Stenbolê taxa Gazîyê (bnr: gazi mahallesi) dikin. Wi li ser arkeolojî, radyo û tv sînemayê perwerdehiya xwe temam kirîye.
Jixwe dema mirov guhdarîya Alî û Ze Tijêyê bike, dibîne ku çawa wekî arkeologekê, etnomuzîkologekê dixebite.

Ji ber xirecira bajarê Stenbolê li gel hevjina xwe bar kirîye giravê (adalarê). Alî Dogan solo û serbixwe jî xebatên xwe bi navê "xo bi xo" (xwe bi xwe) berdewam dike. Lêkolînên dîroka devkî jî dike.

Stranan rehmetî dengbêj (bnr: salihê Şirnexî) pir xweş şîrove kirîye.




Kesên ku bixwazin ji dengbêj Salihê Şirnexî orîjînala stranê û çîrokê guhdarî bike.

Di vê navberê de bila rehma Xwedê li Salihê Şirnexî be, ku wekî gelek hunermendên Kurd qedrî wî jî nehate zanîn û dema qedexeya Silopîyê ji ber qeyrana dil an jî bi mota mot wergera Tirkî "krîza dil" derbas dike, bangî ambûlansê filan tê kirin lê mixabin ne ambûlans ne jî kesek xwe digihîne hewara wî û di wê qedexeyê de wefat dike.

Straneke din a ku solo dibêje "Desmal" e, ev stran jî gelek xweş strandîye.



Strana "Cemîla min"



Hêvîya ku qedrê huner û hunermendê bête zanîn!



11.01.2020 07:16 ~11:08 | lehî baranyan