Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji bo kurdan tiştên herî girîng ên 10 salên dawîn (2010-2020)] de;

1. Gelek gel û welat her deh salan mihasebeyekê ji bo xwe dikin. Gelo ev 10 salên dawî (2010-2020) ji bo Kurdan çi bi xwe re anî, çi bi xwe re bir, çi li me zêde kir, çi li mê kêm kir. Tiştên herî girîng ên van deh salan (decade) çi bûn?

Bi min van deh salên dawî tişta herî girîng pêvajoya di navbera PKK û dewletê de bû, yanî (bnr: pêvajoya aşitîyê) ango (bnr: barış süreci). Di vê serdemê de di warê jiyan, ziman, çand û hunerê de gelek pêşketî ji bo Kurdan çêbûn. Cara yekem ji ber vê pêvajoya aşitîyê xelk çûn cih û warên xwe yên di salên 90î de hatin valakirin, derketin merg û zozanên kurdistanê.
cara yekem pirtûkên kurdî yên ku salekê de çap dibin li ser 250 pirtûkan bû.
cara yekem gelê kurd û tirk bawerîya xwe bi jîyaneke aşitî û bi hevre anîn. newroz bi coştir hatin pîrozkirin.
kurdî di nav gel de, hetta di nav tirkan de jî popûler bû, zanîngehan de beşên li ser ziman û wêjeya kurdî (kurmancî û kirmanckî) vebûn.

Lê piştî ev qas hêvîyê dema pêvajoya aşîtîyê xilas bû, her tişt berovajî bû. tiştên ku min li jorê behskirî serûbino bûn. zext û zordarîyên li ser kurdan û kurdî zêdetir bûn. lewma li gorî min tişta herî girîng a vê 10 sala dawî ev ceribandina di navbera kurdan û tirkan de bû.

fermo, ji bo we tiştên herî girîng ên 10 salên dawî ji bo kurdan çi bû?



15.01.2020 02:55 ~03:01 | lehî baranyan