Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hez (albûm)] de;

1. Navê albûma (bnr: agit ışık) a duyemîn e, di 1ê sibat a 2020an de li ser platformên muzîkê hate belav kirin.
Albûm navê xwe ji helbesta (bnr: arjen arî) (bnr: hez)ê distîne. ev helbest jî di albûmê de hatîye strandin. muzîk ango besteya vê stranê ji alîyê (bnr: mirady) ve hatîye çêkirin. hêjayî guhdarîkirinê ye.
albûm ji heşt stranan pêk tê. strana bi navê suregul bi soranî ye. bi rastî xweş hatîye şîrovekirin, melodîyeke aram di stranê de heye. wekî din heft stranên din bi kurmancî ne.

van demên dawî rêjeya albûmên muzîka kurdî li bakur bi dengên wekî agît işik (bnr: ruşen alkar), (bnr: sîmir rûdan), (bnr: rewşan çeliker), (bnr: yunus dişkaya), (bnr: siya şevê), (bnr: ze tîje) hwd. gûr û zêde dibin.








03.02.2020 08:46 ~09:10 | lehî baranyan