Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdîzade ehmed ramîz] de;

1. nivîskar û weşangerê kurd e, di dewra osmanîyan de jîyaye. ji licêyê ye û wekî kurdîzade ehmed ramîzê licêyî jî tê naskirin.
sala zayîna wî li gorî weşana nû ya kitêba (bnr: emîr bedirxan) 1878 e. li gorî (bnr: zilkîf xweşhêvî) ehmed ramîz li gundê xosorê ya licêyê hatîye dinyayê. navê bavê wî mele ebdullah e, ji heft kuran yek ehmed e.
gelek xebat ji bo kitêbên kurdî kirine û kirîye ku çend klasîkên kurdan ji destxetê bibe kitêb û bigîhe roja me ya îro.


nivîskarê kitêba (bnr: reşbelek)ê ye (bnr: reşbeleka: kurdîzade ehmed ramîz). ji ber ku memûrtî an jî kareke fermî nekirîye agahîyên di derbarê wî de pirr kêm bin.

di sala 1906-07an de ehmed ramîz, mewlûda (bnr: melayê bateyî) cara ewil wekî kitêb çap û belav dike.
(bnr: zinnar silopî) di kitêba xwe de behsa ehmed ramîz dike.
derbarê mirina wî de zinnar silopî dibêje ku wî rojên xwe yên dawî li nav kurdên şamê li sûrî derbas kir û tirba wî jî li şamê li taxa kurdan e.



08.02.2020 10:43 | lehî baranyan