Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qedexeya kurdî a di o ses turkiye'yê de] de;

3. amûra asîmîlasyonê ya nûjen îro bi rêya pêşbazîyên wêjeyê, sînemayê, muzîkê, hwd., pêk tên.
ger tu bi zimanê serdestê xwe, bi zimanê çanda serdest, tirkî, kitêba xwe ya helbest, çîrok û romana xwe binivîsî; kurtefîlm, belgefîlm, metrajdirêjên xwe bi zimanê tirkî bikeşî; albûm, konser û pêşbazîyan de bi tirkî bistrî tu dikarî bibî yekemîn.

gelek nivîskar, derhêner û stranbêjên eslê xwe kurd lê bi kurdî hunera xwe nakin berê xwe ji ber van pêşbazî û xelatan didin tirkî.
ev pêşbazî dikin ku kurd bi dilxwazî dest ji zimanê xwe berdin û berê xwe bidin tirkî.

jixwe dema em li encama van pêşbazîyan dinêrin em dibînin ku yên yekem pîranî kurd in.
(bnr: dodan), (bnr: kemal varol)



15.02.2020 21:20 | lehî baranyan