Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji kesên ku ji aliyê hezkirîyên xwe ve hatine berdan ra hin pêşnîyar] de;

6. hatîye serê min. ez dikarim bi tecrûbeya xwe bêjim ku pêşniyara herî girîng û kêrhatî ev e:

ji xwe re hezkirîyeke/a din bibînin, dê derbas bibe.

hest û hişê mirovan bixwe, otomatîkman dê vê yekê bide ji bîr kirin, yanî dermanê berdanê kesek din e. angu panzehîr zehîr bixwe ye.

heta bi kesek din re nekevî têkilîyê hindik be jî ew xemgînî, êş û bîr dê bimîne.

pêşniyareke din; stran, helbest, kitêb, fîlm, hwd., tiştên ku wî/wê bîne bîra we ji xwe dûr bixin. alkolê bi şev zêde venexwin, şev ji xwe melankolîyê bi xwe re tîne, di ser de jî muzîk û serxweşî bivê nevê dê "ex" (bnr: eks) a wê bîne bîra we.

hin mijûlahîyan an jî hobîyan ji xwe re bibînin, ev yek jî dê bike ku ew kes neyê bîra we.

baş baş.



16.02.2020 12:43 ~12:45 | lehî baranyan