Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cemalê mihê] de;

1. Cemalê Mihê di sala 1957an de li Gundê Kavilê Kalo yê li bajarokê Dêrgulê ser bi Şirnexê ve ji dayîk bûye û ji zarokatiya xwe ve dest bi dengbêjiyê kiribû. Bavê neh zarokan e, paşnavê wî dayan e.
Navê bavê wî Mihê ye û bavê wî zirnevanek navdar ê Botanê bû. Dengbêj Cemalê Mihê hunera xwe ji bavê xwe girtîye û di zarokatîya xwe de bavê wî gramafonek jê re kirîye û bi dengê Mihemed Arif Cizîrî, Hesen Cizîrî, Meyrem Xan, Nesrîn Şêrwan, Îsa Berwarî û Seîd Axayê Cizîrê mezin bûye û bandora wan li ser dengbêjiya wî çêbûye.

piştî deh salîya xwe ew kilamên ku di plak û radyoyan de guhdarî kirin ji ber dike û distrîne. di gelek dîwan û konserên dengbêjan de cih girtîye.
payîzok, heyranok, lawik û berîte strandine, yek ji hostayê payîzokên botanê û herema şirnexê bû.

Weke tê zanîn bi sedan staranên herêma Botanê striye, gelek stran wî bixwe çêkirine: çiyayê cûdî, mîrana zer, çiyayîyê çend ji van stranan in.

îşev ji ber nexweşîya koronayê li nexweşxaneya amedê wefat kir, berîya vê nexweşiyê tedawîya penceşêrê didît û rewşa wî ber bi başîyê ve diçû lê mixabin nekarî li ber koronayê bide.
cemalê mihê dê sibê li şirnexê bê veşartin, cihê wî bihûşt be.



;ab_channel=BOTANTV



18.01.2021 23:25 ~2021.01.20 23:10 | lehî baranyan