Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qanatê kurdo] de;

5. (bnr: tosinê reşîd) li ser pismamê bavê xwe di hesabê xwe yê facebookê de ev nivîs belavkirîye:

APÊ MIN, QANATÊ KURDO

Qanatê Kurdo kurapê bavê min bû, her yekî kurê birakî. Sala 1918-emîn Roma Reş kalkê min hêsîr dibe, pey re bavê Qanat, Kurdo diçe ber dilovanîya xwedê, dayka wî mêrekî dinê dike û bavê min, Reşîdê Ozman, pismamê xwe hildide bal xwe.
Piştî Qanat ji bo xwendinê diçe Lênîngradê (sala 1928-an) dîsan jî çend salan carekê dihate dîtina me.
Apê min Qanatê ji sala 1950 î tê bîra min, lê tenê wek bûyar, lê ji sala 1954-a baş tê bîra min. Wê salê piştî mêvandarîya li mala me, wî ez bi xwe re birim Lênîngradê. Wî dixwest ez di mala wî de bimînim, li wir herim dibistanê, bi zimanê rûsî bixwînim. Bi bawarîya wî xwendina li bajarekî wek Lênîngradê û bi zimanê rûsî, wê ji bo dûaroja min pir kêrhatî bûya û ber min asoyên firetir vekira.
Lê ji alîkî ve xanîyê wî biçûk bû, tenê jûrek bû ji bo pênc kesan, ji alîyê mayîn ve jî hewa Lênîngradê ya şil û sar li min nehat, pişkên min hewa hildan û piştî sê mehan ez dîsa vegerîyame gundê xwe.
Gerek bê gotin, wekî hela di salên biçûktaya min de mêla apê min Qanat ser min bû. Nizanim ez biçûkê malê bûm ji ber wê, yan menîke dinê hebû, lê çiqwas bihata mêvanîya me, wê ez carekê bi xwe re bibirama bajêr û ji min re kincên nû bikiryana. Ser pertûk û gotarên wî gişkan, ku ji malbeta me re wek dîyarî dişandin, navê min hebû.
Ew guhdarî paşê bû dostanî û hevaltîke baş û heta rojên wî ye dawîyê domand. Ji kirasguhêrîna wî (zarê meriva nagere ji bo wî peyva mirin bêjî) vaye ewqas sal bihirîne, lê îro jî gava ez navê wî hildidim, dilê min tijî dibe.
Ew di temamîya jîyana min de, ji bo min mezintirîn mamosta bû!
Ji sala 1960-emîn destpêkirî lap kêm salê carekê ez dibûm mêvanê wî. Ew mêvandarî ji min re bûne zanîngeha welatperwarîyê, zanîngeha kurdîyetyê.
Havîna sala 1955-a wî çend şiîrên Cegerxwîne ser daktîloyê lêxistî ji min re şandin û ji min xwest, wekî heta hatina wî, ez wan ezber bikim. Hingê bawar bikî ji kurdên sovêtê tenê çend kesan navê Cegerxwîn bihîstibûn, îcar ku ma şiîrên wî bixwînin.
Ew nivîsarên kurdîye bi tîpên latînî, yên yekemîn bûn ku ketne destê min. Ez bi wan fêrî alfabeya Celadêt Bedirxan bûm. Wan şiîrên Cegerxwîn ber min rêya kurd û Kurdistanê vekirin.
Du sala şûn de Qanatê Kurdo di pertûka xwe, ya akadêmî de, “Rêzimana zimanê kurdî (kurmancî)”, ku bi zimanê rûsî çap bibû, çawa nimûnê têkstên kurdî, çend şiîrên Cegerxwîn çap kirin. Wî ew pirtûka xwe ji me re çawan dîyarî bi vê nivîsê şandibû: “Vê kitêba xwe ez bi dil û can pêşkêşî birazîyê xwe Rizgo û Tosin dikim, bona bîranînê û hînbûna zimanê dê û yê ûrisî.
Xortêd delal, bixwînin û bizanibin, ku zimanê me ji tu zimana danaxwe, şîrine, başe û dewlemende. Bi zanîna zimanê xweva em xwe nas dikin çawa miletekî xweytarix, xweykûltûr, xweynivîs.
25. IX. 1957. Lênîngrad.”
Dûarojê çi gotar û pirtûkên wî çap bibûna, gişk ji min re dîyarî dişandin. Hemîn qet navbirî ne diket navbera namên me.
Di seranser jîyana xwe de, ez tiştên lape giring, lape mûhîm ji Qanatê Kurdo fêr bûm, Qanatê Kurdo di seranser jîyana min de bû rêber, rêberekî usan, ku dikaribû bersiva pirsên min gişkan bide.
Pêwendîyên di navbera me de, ji sala 1960-emîn destpêkirî bi taybetî bûn. Bawar bikî ew mirovê tek, tenê bû di cihanê de, wekî min hema bêjî tu gilîyê xwe ji wî venedişart. Çi ku min ji birê xwe re nedigot, ji hevalên xwe, yên lap nêzîk re nedigot, min apê xwe Qanat re digot. Wî jî di gelek pirsan de dilê xwe ber min vedikir.
Havîna sala 1960-emîn ez dîsa mêvanê wî bûm. Pertûkxana wî bi pirtûkên bi zimanê kurdî û yên di derheqa kurdan de pir dewlemend bû. Ez bi rojan ji pertûkxanê dernediketim. Carna henekê xwe dikir, digot: “Ez nizanim tu ji bo min têyî Lênîngradê, yan ji bo pertûkan?” Nav pirtûkên wî de gelekên kurdî bi tîpên erebî bûn û min hingê nikaribû wan bixwînim. Carekê min ji wî pirsî, gelo fêrbûna tîpên erebî pir dijwar e? Wî demeke pir kurt li min nihêrî û got:
 Were rûnê.  Û bi xwe ji nav pertûkên xwe çend pertûkên bi tîpê erebî û kaxazê nivîsarê anîn û em rûniştin. Roja dinê min êdî tiştên biçûk dixwendin. Çi ji bo min dijwar bû, min ji wî dipirsî. Ez usan, nav çar, pênc rojan de fêrî xwendina kurdîye bi tîpên erebî bûm.
Di her pirsan de guhê wî ser min bû, xema min dixwar.
Carekê, gava em dîsan li havîngeha wî, ya rêya sihetekê dûrî Lênîngradê bûn, gerek ez bi karekî biçûma Lênîngradê û divêt bigihîştama trêna sihet 5.30-ê berbangê.
Ez pir ecêv mam, gava ji xew rabûm û min dît wê ew berî min rabûye û ji min re taştê çê dike. Min bi dilmayîn gotê:  Apo, xwe ez ne serê çîya me, yan minê bi xwe ji xwe re tiştek çêkira, yan jî minê li bajêr tiştek bikirîya, tu ji bo çi ewqas zû rabûyî?
 O, o, o…, ez te baş nas dikim, tê wira herî wira, wira herî cîkî dinê û xarna xwe ji bîra bikî. Hê başe di mal de bixwe, paşê here.  Wî got û karê xwe domand.
Kurê wî, Wezîr, dereng zewicî û nevî ji wî re dereng bû, lema jî ew gelekî şa dibû, gava keçên min, Zozan û Aze yê jê re “kalko” digot.
Gava gilî tê ser Qanatê Kurdo timê bûyarek dikeve bîra min, ya ku rengekî batinî dide pêwendîyên me.
Havîna sala 1984-a bû. Min Nûrê bi zarokan ve biribûne Dîlîcanê û bi xwe jî rojên Înîyê piştî kar diçûme bal wan û Duşemê berbangê vedigerîyame ser karê xwe. Min rojên xwe, yên hêsabûnê ji bo Lênîngradê dihêvişandin. Min dixwest dîsan meheke jîyana xwe bi tevbûna wî mirovê mezin bixemilînim.
Û rojeke Înîyê ez piştî kar dîsan çûme Dîlîcanê. Bi çûyîna min zarok pir şa dibûn, ji ber ku min ew dibirne cîyên dûr digerandin.
Havînên Dîlîcanê pir xweş bûn. Çîyayên bi daristan ve xemilî, gelî û newalên ne pir kûr, cew û kanîya xemleke nebînayî didan wan devera.
Êvarê me pilan çêkirin, ka em ê herdu rojan, Şemî û Yekşemê kuda herin, çi bikin. Lê roja dinê, Şemîyê berbangê ez ji xewê rabûm û min got, wekî ez diçim Yêrêvanê. Nûrê ji min dipirse seva çi diçî, ez nizanim bersiva wê çi bidim. Ez bi xwe nizanim ez ji bo çi dixwezim vegerme Yêrêvanê. Lê ew bawarî, wekî ez divêt vegerim ji serê min dernayê.
Zarok digrîn, lava dikin wekî neçim, ne axir min gilî daye wan bibim bigerînim. Lê min lingê xwe kirîye sola teng, hutê, mitê ez diçim. Em gişk şaş û metel mabûn. Ew difikirîn ez mena çûyîna xwe ji wan vedişêrim, lê ez jî nizanim ji wan re çi bêjim, ji ber ku ez bi xwe nizanim ji bo çi dixwezim vegerim Yêrêvanê. Gava dîtin ez ne yê mayînême, Nûrê got qet na were taştê bixwe, paşê here. Min got ez teştê jî naxum û teherekî ji hev xeyîdî min da ser rê.
Gava ez gihîştme mal min dît wê têlêgramek ji Lênîngradê hatîye. Jina Qanat, Nadêjda Vasîlêvnayê nivîsîye: “Qanat giran nexweşe, nesene, were”.
Ez hêja tê gihîştim, ji bo çi ez usa bêsebir bibûm, tabetîya min li Dilîcanê nedihat.
Min ji mala Qanat re têlêfon kir, lê kesî bersiv neda. Qudûmê min lap şkest, bû xule-xula hêstira xweber ji çavên min hatine xwar. Ez usa jî birçî ji mal derketim, min taksî girt û xwe gîhande airportê.
Ez li Lênîngradê pê hesîyam wekî doxtira bal Qanat penceşêr (canser) dîtine û divêt bi lez niştegerîyê bikin. Wî jî gotîye heta Tosin neyê, ez nahêlim niştegerîyê bikin.
Bi çûyîna min gelekî şa bû. Henek dikirin, dikenîya, pirsa qewm û pismama, heval û hogira dikir. Ji min pirsî ka min wêneyê zaroka ji bo wî anîne, yan na. Ez fikirîm agaha wî tune ka nexweşîya wî çîye. Neferê mala wî, heval û hogirên wî jî ser wê bawarîyê bûn. Lê paşê profêsorê ji min re bêje, wekî wî her tişt zanibû. Lê hingê min tirê nizane.
Wî zanibû piştî niştegerîyê wê dirêj nejî. Hema çawa hinekî ser xwe da hat, dest bi karê xwe kir. Bê westan rojê heyşt, deh sihetan kar dikir. Guh ne dida gotinê tu kesî. Wî dixwest berhemên xwe, yên nîvîşkan bigihîne sêrî. Û rastî jî usa kir, bawar bikî pey xwe tu berhemeke nîvîşkan nehîşt.
Nexweşîya wî salek sê meha kişand. Di nav wê demê de ez hevt caran ser wî de çûm.
Nîveka Tîrmehê sala 1985-emîn ez dîsa ser de çûbûm. Ez wek hevtekê mam. Rewşa wî, ya tendurustî ewqs jî ne xirab bû. Xwerna xwe baş dixwar, digerîya, kar dikir. Lê êvarekê, gava ez piştî gera xwe, ya rojê vegerîyame mal, wî pelekî nivîsar da min û got: “Bira bal te bimîne.”
Ew navnîşa destnivîsarên wî, yên neçapkirî bû. Gava min pelik ji destê wî hilda, dilê min tijî bû, kela min rabû û hêstir ketine çavên min. Wî ew yek texmîn kir, destê xwe pişta min xist û ji kevanîya xwe re got, wekî ji min re şîvê bîne.
Cara dawî ez nîveka Îlonê ser da çûm. Wê carê guhastinên ne baş ji her tiştî dîyar bûn.
Besa nebxêrîyê prof. Zera Ûsiv gîhande min, wê ji mala me re têlêfûn kir. Gava ji min re got, wekî apê min Qanat çûye dilovanîya Xwedê, min lê bawar nekir. Min jê dipirsî, ka kî ji wê re gotîye, gelo ew gotina wê rast e? Wê jî mat mayî ji min re got, wekî ji mala Qanat têlêfûn dike û ez neçar mam bawar bikim.
Ez dest xwe de çûme gundê me û min ew besa nebxêrîyê ji malbeta me re bir. Di malên me de dest bi şîn û girî bû. Lê hema wê êvarê ez, bi herdu birê xwe û kome qewm û pismam ve me berê xwe da Lênîngradê.
Em çûne hewarîya apê xweyî hizkirî.
Naskirin û dostanîya bi Qanatê Kurdo re ji bo min bextewarîke mezin bû. Nav û rûmeta wî, ew ku ew apê min bû, pir caran di jîyana min de ji min re dibû helan. Carên usan jî dibûn, wekî navê wî, şerma wî, ez ji kirina şaşîya diparastim.
Min Lênîngrad gelekî hiz dikir, ez pir caran diçûme wî bajarê rengîn, yek ji xweşiktirîn bajarê cihanê. Heta îro jî gava ji min pirs dikin ka ez kîjan bajaran pir hiz dikim, ez berî gişkî navê Lênîngradê (niha Sankt Pêtêrbûrg) didim. Gelek bîranînên jîyana mine lape baş, bi taybetî yên salên xortanaîyê, bi Lênîngradê re grêdayîne. Her car min bi şabûn berê xwe dida wî bajarî.
Ez piştî kirasguhêrîna apê Qanat sala 1989-a çûme Lênîngradê. Lê bajar bi teherekî ji bo min xalî bibû, Lênîngrada berê nîn bû. Min hêja texmîn kir, wekî min Lênîngrada Qanatê Kurdo hiz dikir, bêyî wî ew bajar ji bo min valaye.

2009



12.02.2020 03:43 | lehî baranyan