Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yusiv hemed

profîla "yusiv hemed"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [robarek diherike li wir] de;

2. helbesteke berken bereh e ku cara ewil di hejmara yekem a kovara kundê de min xwendibû:

jîyan şeveke hincînî ye di bin pencên baranê
tu dest bavêjî ku dera wê
cendekê gulekê bi tilîya te ve tê

tiştek nû nîne dibêje li vir
her kitêba bi hewes tu rûpelên wê diqulipînî

derîyê wê li ser piştê ye, noberdar amade
ba û bager û bahoz e serwerên wê
derew û bêbextî û hesûdî...
tu her li bazareke din bigere...

çiqasî xweş dixure mêjî bi pirsan,
wak nanê li tenûrê diqemire.
got berê xwe bide dilê xwe
robarek diherike li wir
li wir pal daye teyrê sîmir
nesekine !
bibeze !
lê siwar bibe û bifir !



15.05.2019 23:02 | yusiv hemed