Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [edgar allan poe] de;

4. helbesta Annabel Lee bi jêrnivîsa brahîm ronîzer. Poe vê helbestê ji bo hevsera xwe nivîsandîye ku mixabin zû miriye.


“Berîya gelek sal û zemanan bû
Li welatekî kevîya behrê
Keçikek hebû, we yê bihîstibe
Navê wê Annabel Lee bû
Tu fikar nediketin dilê keçikê
Ji xeynî hezkirina min û wê
Ez piçûk bûm, ew piçûk bû
Li wî welatê kevîya behrê
Lê me wisa ji hev hez dikir, evînek zêdeyî evînê
Min û Annabel Lee
Evînek wilo bû ku milyaketên banê banî
Xwezîya xwe pê dianî
Û ji ber vê, gelekî berê,
Li wî welatê kevîya behrê
Reşebayek ji ewrekî gobilî hat, ferihand
Delalîka min Annabel Lee
Axir lêzimekî wê hat
Û ew ji min dûr kir
Di gortengekê de bêdeng û dev kir
Li wî welatê kevîya behrê
Milîyaket li banê banî nîvê me jî ne bextewar bûn
Ji me dihesidîn-
Erê lêê! –ew bû sersebeb (wekî ku hemû kesî dizanî
li wî welatê kevîya behrê)
Ew reşeba gobilî ji ewrekî, nîveşevekê
Delalîka min ferihand, kuşt Annabel Lee’ya min
Lê evîna me gelekî xurttir e ji evînê
Evînên berî me-
Evînên gelekî ji me zanatir-
Ne milyaketên banê banî
Ne cinên di binê behrê de
Dikarin giyanê min qut bikin
Ji giyanê delalîka min Annabel Lee
Lew çawa hîv derdikeve xeyala te dibiriqe
Delalîkê Annabel Lee
Û ji dêla stêran çavê te dibiriqin
Delalîkê Annabel Lee
Û wisa xwe dirêj dikim bi şevgarê li rex
Delalîka xwe, cana xwe, jîyana xwe, kebanîya xwe
Li rex gora wê, li kevîya behrê
Li ber delodînîya pêlên wê.”



01.03.2022 22:31 | ezcan