Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bedel boselî] de;

15. îfşakirina pîsîtiyên siyasetmedaran bû mode. îca bedel boselî xwe kir mîna sedat peker û daket meydanê. Here lînkê

Here lînkê



23.05.2021 17:28 ~17:29 | ezcan

12. ecêba giran, bûye heqparêz û ser twitterê şaşitiyên di nav pdk û saziyên nêzîkî pdkê de weke tovê genim direşîne. Bawer nakim di encamê de tiştekî erênî çêbe. Alîgirên pdkê ser îkonên kurd, kurdî, "başûr"¹ êrîşî wî dikin û gotinên nexweş dibêjin. Dîsa weke li her derê cîhanê îqtîdar her tim mafdar tê dîtin. #MeToo ;)

¹ne kurdistana Yekgirtû



15.04.2021 02:42 ~02:53 | ezcan

10. pirêzeeeeeeeee!.. hêdî berde tu yê biçirî kes nikare te bidirû.*

wexta tirk bi derewan dîroka xwe ji nû ve nivîsandin, ne înternet hebû ne jî televîzyon. lê mirov roja îro hewl bide bi derewan dîrokekê ji rastiyê dûr çêke ma dibe qey?

(bnr: kürt star) ;)



09.08.2020 16:23 ~2020.08.28 14:25 | ezcan