Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şebdîz] de;

1. Ango şevreng, ev hesp wisa qere bûye navê wî kirine şev. meşhûrtirê hespê sasaniyan e. Gava şebdîz nexweş dikeve xusro perwîz, sond xwariye heger kî xebera mirina hespê min bîne wê di cî de were kuştin. Îşê xwedê diyar e, şebdîz di wextekê nêzîk de dimire. Îcar wezîrê xusro diçe ba hozanekî bi navê barbed*. Jê dixwaze bila çareyek bibîne da ku cendê hesp li erdê mirar nebe. barbed hozanekî zîrek e, diçe gel xusro jê re kilaman dibêje. Di dawiya kilamekê de ji bo ku mirina şebdîzê siyahreng bi xusro bide hesandin Van gotinan dike: “şebdîz ev çendek, ranabe pêdaran, nake şihînan û ranaze êdî.”

شبدیز دیگر نمی چمد و نمی جنبد و نمی خسبد

xusro çawa Van gotinan dibihîze, bêhemdî dibêje, şebdîz miriye. bi saya serê hunera barbed, xusro kesî nakuje.

*barbed: yek ji mucîzeyên zimanên hînd-ewropî ye. peyva hozan di îngilîzî de "bard" e, lê têkiliyek çawa heye nizanim.



06.03.2021 04:41 ~2021.03.09 22:06 | ezcan