Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nihal yalçın] de;

1. nihal yalçın lîstikvaneke kurd û elewî ye. Di rêzefîlm û fîlmên tirkî de gelek caran liqayî wê hatime, lê min nedizanî kurd e.

bes piştî ku di rêûresma pirteqala zêrîn de axaftina wê ji aliyê tamer karadagliyê gamêş ve hat birîn, gelek kes pê hesiyan ku ew kurd e. mebesta nihal xan, bilêvkirina peymana stenbolê bû lêbelê tamer karadagli bêyî ku axaftina wê xilas bibe ji nîşke ve xelatê dirêjî wê kir û nehişt axaftin bi xweşikî temam bibe.

ji ber vê bûyerê jî nihal xan li ser medyaya sosyal wî gamêşî da lînckirin û heyfa xwe hilanî. pişt re weke hemî caran bertekên rûtîn hatin û tirkên nijadperest axaftin û nivîsên nihal yalçın yên derheqê piştgiriya hdp û Selahedîn Demîrtaş de anîn rojevê.

lê ew di wê kêliyê de xelata xwe bi strana keça kurdan ya aynûrkê ve pîroz dikir. Siheta wê xweş! (:




11.10.2021 22:57 ~23:00 | ezcan