Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mîhrîcan] de;

1. ev peyv me'neya festîwal, şahî û ahengê dide. Bi farisî mêhregan, bi ûzbekî mêhrjon.

peyv bixwe ji yezdan mithra tê û navê mithra paşê dibe mêhr, mêxr, mîhr û hwd.

paşgira -gan, -can, -jon jî rasterast varyantên
peyva cejnê ne.

bi awayekî resen cejna mîhr, di serê payîzê de ji aliyê zerdeştiyan ve tê pîrozkirin. roja erefeyê jî wek ramêhregan binav kirine. li gor baweriyê kevirê yaqût (sor) di newrozê de, kevirê zeberced (kesk) jî di mîhregan de hatiye afirandin.

ji bo cejna tîr ango tîrgan fermo: tîrmeh/132513



24.10.2021 23:30 ~2021.11.05 20:11 | ezcan