Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [spider-man: no way home] de;

2. li Hewlêrê çûm ji bo ku berê xwe bidim vê fîlmê bi niyeta jêrenivîsa kurdî lê paşpaşkî derketim ji salonê. nivîs erebî bûn.
Here lînkê

Here lînkê
Madem li sînemayan fîlm bi jêrenivîsên Erebî bihata nîşandan, we xêr bû? Ewqas êş û derd û kul û koçberî û derbederî û komkujî ji bo çi bûn? Madem we yê Mall vekirana û we yê di nav 60 milyon Kurdî de yek nekira xwedî desthilat û we yê yekî Tirk bikira rêveberê giştî, we xêr bû? (Rêveberê Giştî yê Family Mallê yekî Tirk e.) We bêyî ku berê pergalekê jê re daynin, Mall ava kirin, rê û pir û şeqam ava kirin û navên eletewş li wan kirin wek Family, Mecidî, Mega, Tablo, Royal, 100 metrî, 120 metrî hwd. ê nizanibe wê bêje qey di Kurdiya şîrîn de peyv nemane. Madem we yê wisa bikira we xêr bû, me xêr e? Her çiqas navên fermî yên 100 mt û 120 mt. hwd. bi Kurdî bin jî ne rêveber ne jî xelk wan navan bikartînin.



08.02.2022 17:20 ~17:20 | ezcan