Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pîrê mûxan] de;

1. ev paye di tesewufê de tê maneya wek ostedê kamil, rêber, kesê ku agirê evînê belav û par dike. mûx/an rasterast navê alimên zerdeştî ye ku îro em ji ber erebî weke mecûsî dizanin. di erebî de tîpa g nîne di şûna wê de tîpa c diemilînin. magî, mûg, mûx, mox. magica îngilîzî jî digihîje peyva magî, ji ber ku ew alimên zerdeştî parezvanê agir bûn.

bi taybet melayê cizîrî, Şêx Evdirehmanê Axtepî û Wefayî di helbestên xwe de bikaranîne.

di demên modern de ji bo seîdê kurdî dibêjin pîrê mûxan ji ber ku ew nûra (agir, ronahî) Xwedê bi riya berhemên xwe yên bi navê rîsaleyên nûr belav kiriye.

qereçî/138580



05.01.2022 00:09 ~00:58 | ezcan