Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [my small land] de;

1. ji hêla teknîkî ve, min nirxandinek taybetî ji bo vî filmî tune, bê guman hûnê jê kêfê bigirin û pêşniyar jî dikim.

Lê ji aliyê naverokê ve dişibe qalibê bêerdbûna kurdan yê behmen qubadî. di filmê de Gava kurik ji keçikê dipirse tu ji kû yî? Keçik bersiv dide: Kurd im. Ne maqûl e ku li şûna navê welêt, etnîsîte were gotin. Mîna ku ji kesên ji Okinawa û Hokkaido bipirsin hûn ji kû ne û ew bersivê wisa bidin Ainu û Ryukyuan. Ew ne rast e. Mixabin kurdên koçber û dîasporayê her tim rûyekî bêçare û bêerdmayî nîşanî cîhanê didin û her tim ji xwe re li malekê digerin. Kurd miletek in lê, bawerî, erdnîgarî û dîroka wan ji hev cuda ne. Hêvîdarim ku sînemaya cîhanê dev ji vê durûtiya siyasî berde.



02.02.2023 22:46 | ezcan