Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [artêşa sîber a gel] de;

1. di serdema modern de têkoşîna şoreşgerî ya ji bo azadiyê heta sînorên sîbernetîkê jî berfireh dibe. komên têkoşer ên kurd bi salan e ji bo piştgirîkirina têkoşîna şoreşgerî û balkişandina ser polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk li dijî kurdan çalakî li dar dixin.

di vê çarçoveyê de komeke nû ya bi navê artêşa sîber a gel hate avakirin û ev agahî dan:

“bo gelê me yê ku bi qehremaniya xwe li ber xwe dide!

Ji îro pê ve, em bi serbilindî pêşkeşî we dikin ku sîber gerîlayên kurd dê bibin beşek ji "artêşa sîber a gel". Têkoşîna me ya li dijî faşîzm û zilmê wê ji bo azadî û edaletê bidome. Dijmin her çiqas wek xwe bimîne jî, bi strûktûr û konseptên nû emê bêhtir êrîşî dijmin bikin.

Bi silavên şoreşgerî!”



29.03.2023 23:20 | ezcan