Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojavaya kurdistanê] de;

39. Min di meseleya neemilandina kurdî û heyraniya zimanên biyanî de rexne li başûr digirt bes li rojava jî heman nexweşî peyda bûye. Weşanger Evdila Şêxo dibêje: Xebata ku îro bi rê ve diçe, li gor tiştê ku tê xwestin, ji sedî ne yek e jî. Li Rojava tevî ku zimanê kurdî li dibistanan tê fêrkirin, lê dîsa jî rewşa weşana pirtûkên kurdî, xwendin û nîvisandina bi kurdî, berbat e. Çand û weşan û medyaya bi kurdî li ber sekratê ne. Zimanê fermî yê dezgehên rêveberiyê erebî ye.

Yanî li wir jî Kalo nemire bihar tê, pîrê nemire qîvar tê.



25.02.2022 00:47 ~00:50 | ezcan