Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mirovekirind] de;

10. Tirşikvanê ku kêyfa min ji mîjar û peyamên wî re tê.Lê demek dirêj e xeydok bûye û nanvîse ji ber ku hin peyam/mîjar ne dilê wî ne.Bi rastî li vir gelek mîjarên ku ne dilê min bûn hatine vekirin.Dîsa jî ez guh nadim wan tiştan riya xwe mêze dikim.
Tirşik.net ne ya moderatoran e jî ya sazkerê wî ye.Ya me hemûyan e.Li vir êzidî , elewî ,misilman, xirîstyan û hwd. û peyam/mîjarên wan hene.Aliyek din li vir xwedênenas jî hene.Bi rastî kêyfa min fikrên xwedênenasan yên derbarê dîn de hîç nayê.Bê rêz in.Çima ku dîndar ji ber ku Xwedayek bawer dike , ji vî yekê re rêz nagrin û bereday bereday peyaman dişînin.Dibêjin qey dîndarên hemberên wan hemû wekhev in.Xeynî van fikrên wan , ez rexne û hizrên wan hêja dibînim.
Niha li li bakûr dîndar û xwedênenasên me dema ku rû bi rû dibin bi rastî bêrêziyek nakin lê ji bo ku zêde zêde nav û bin bandora siyaset û rojeva tirkiyê de dimînin , ew jî ji hev re bêrêziyan dikin.
Dîndar dibêjin qey xwedênenasek wê aniha ji wî û baweriya wî re bide çêrran ,aliyê din xwedênenas jî difikirin dîndar nezan in anku niha wê ji wî re bide çêrran.
Welhasil , ev jî nezantiya herdu aliyan e ku xwe nikarin ji bin bandora rojeva dagirkeran rizgar bikin.
Hûn kêyfa xwe ne lê ligel vî nezantî û tirsa xwe tirşikê jî wisa nefikirin.Ji hev re dikarin bêrêz bin lê nebêjin ku bila tirşik jî wek we be.
Ez rêbaz/rêzik û formata tirşikê pêş her tiştê dibînim.Lê tirşik ne tenê misilmanan e ne yên xwedênenasan e jî ne ya êzidîyan e jî hwd.
Ya her kesî ye. heke rikê te yekî hat , hêrsa te yekî hat , nexwîne derbas be.asteng bike.



27.05.2020 22:34 | brzn