Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gotinên dayikan] de;

142. Çiyê me tevêhev e.
Gotineke dayika min a herî navdar e.
Dema ku dibêjim dayê , navbera te vî kesî çawa ye anku ku bi hêrs be ji yekî re dibêje "Çiyê me tevêhev e." Yanî tu pirsgirîka me nîne.
Ez jî dibêjim dayê ma îlim divê tiştek we tevêhev be (şirîkayî ,bazirganiya bi hev re dibêje.)
Ew jî dibêje erê , tiştek me tevêhev ne be , wê çima navbera me de pirsgirîk hebe.



27.05.2020 17:00 | brzn

141. Ne yê şîna ye ne jî ya dawetan (dîlan).
Kesên ku ne dizanin biçin serxweşiyan ne jî biçin dîlanan re tê gotin.



27.05.2020 16:53 | brzn

138. Çar dîwaro eyb veşaro - Heke devdorê mirov girtîbe kes pê nahise te çi gotiye lê heke girtîne be her kes dikare bibihîse te çi gotiye : )



19.05.2020 13:56 ~13:58 | brzn

136. Got ew çi ye tu diçînî ? Got ka bise , min çinî tu yê bibînî.



05.05.2020 21:43 | brzn

135. xwedê heşra min tevê heşra te neke



19.04.2020 13:35 | brzn

131. piçik piçik heta kuçik...
piçik = hindik
kuçik= cîhê ku derdorê wî keviran ve hatiye girtin û nav de agir dişixulînin.Li ser vî jî xurek ,xwarin tên çêkirin.



13.04.2020 17:17 | brzn

129. Pêşî îman quran paşê tendurîstî û malbat û zaro zêrç tê. (gotinek dayika min e.)
Dema ku wisa dibêje ez dibêjim dayê pêşî kurd û kurdistan dû re îman û quran nizam çik: ) )



09.04.2020 23:33 | brzn

127. xwedê goştê berha nêr daye ji kêrê re



06.04.2020 23:31 | brzn

119. Qurbana zarê xelkê bî

Tira pelagoşka zarên min daye.

Ez zarê xelkê dinhêrim û dizvirim li zarên xwe dinhêrim , çi dizanim...



01.02.2020 16:40 | brzn