Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vîrûsa koronayê] de;

87. belavbûna wî pirr pirr hêsan e bo ku gel vî yekê fêhm nake.Bi rastî min jî fêhm nedikir , lê piştê dîtina tûşbûna kesên navdar ku şewbayê ketine min fêhm kir, ev pirr hêsan belav dibe.Ji bo ku li ser tiştan ve digire û zû zû jî pûç nabe.mînak li ser tiştên plastîkî heta 72 saetan disekine.Kesên ku li derva devê wan vekirî digerin , ew kesên ku fêhm nakin e.
Ew kesan , ji derve bi rêya bêhnvedanê nebe jî şexbaya ku cil û kinc û serê van ve digire tînên mala xwe derbasê kesên din jî dikin.
(bnr: xemsar)



01.04.2020 20:53 ~20:54 | brzn

78. Her roj vîdyo û parveyên derbarê koronayê de her diçe zêde û balkêş dibin.Xwedê Kurdan biparêze.



28.03.2020 22:42 | brzn

64. Haya nivîskarê ku ev mîjar vekiriye dibe ku nizanibe mijarek wiha jixwe heye
(bnr: vîrûsa koronayê)



22.03.2020 18:03 | brzn

48. wezîrê tenduristiyê a tirkîyê gotiye kesa yekem ji ber vîrûsa koronayê giyana xwe ji dest da.

edît:serokvezîr na wezîr e , kes jî hişyar nake*



18.03.2020 00:12 ~15:30 | brzn

47. Mîjarên derbarê vîrûsa korona de weşanên bi zimanê kurdî heta niha 6 rûpel cîh li ser google girtiye. Here lînkê

ev jî tê vî wateyê ku lêgerîna û nivîsên bi kurdî pirr kêm in.Berê min nikaribû bi kurdî bigerîyama lê êdî ez gelemperî bi kurdî tiştan digerim.Dema kurdî bigerî divê bi zimanê îngîlizî da google'ê bikarbînî bo ku zêdetir tiştên bi kurdî têkildar tîne pêşberê te.



17.03.2020 23:46 ~23:48 | brzn

31. Li gor agahîyên ku tên li îranê 23 parlementer bi vî nexweşîyê ketine.Hevaleke rojhilatî heye ,dibêje ev nexweşî wê bibe dawîya wan.Ji bo ku xwedê wisa dixwaze.



03.03.2020 14:30 | brzn

28. Li silêmaniyê 4 kesan de test pozîtîf derketiye û 3 zilam û jinek de vîrûs hatiye dîtin.Ew kesan qasek ewil ji îranê hatine.

Li vîetnamê jî 16 kesên ku vîrûs hatiye dîtin , pak bûne.



01.03.2020 22:10 | brzn

27. vîrûsa korona çi ye ?




28.02.2020 00:17 | brzn

24. serok erkanê çînê Si cinping gotiye ev vîrûs hê tiştek tevlihev e.

dibe ku ev vîrûsa korona ku bibe sedema mirina milyonan...

navê wî fermî Covid-19 ango Kovîd-19

hesabeke twittirê ku mirov dikare bi zindî rewşa vîrûsê bişopîne. https://twitter.com/COVID_19NEWS



24.02.2020 00:35 ~00:37 | brzn

16. Li gor hin kesan wek şerra bîyolojîk tê binav kirin jî.Bi rastî bawerîya min jî diçe li ser wî aliyê ku ev şerreke bîyolojîk be.Ji bo ku êdî dewletên mezin ditirsin ku şerrên çekan bikin ji bo wî Şerrên sîber / bîyolojîk hwd. didomînin ji bo ku hêzên xwe bidin erê kirin.

Serrastkirina dawî:

Li gor agahîyên ku li ser malpereke mezin a çînê hatine weşandin piştre jî hatiye jê birin

Here lînkê

154023 kes bi nexweşîyê ketiye û 24589 kes mirî ye. (01.02.2020).

Here lînkê



06.02.2020 17:50 ~19:05 | brzn

6. Li gor factcheck û politicfact 10 hezar kes mirin e.Lê ev raste ne rast e hê nehatîye erê kirin.Qasî ku tê gotin.
Hejmarek pirr mezine û mirov ditirsîne.God bless Kurdistan!



29.01.2020 10:47 | brzn

3. Tirsa min ew e ku ev Vîrûsa korona qira mirovahîyê bîne.Nizam çima wisa difikirim.Niha va ji bajêr derketîye û gihiştîye welatan.Mînak DYA (emrîka)



26.01.2020 00:10 | brzn