Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dawn of the dead] de;

3. Piştê (bnr: vîrûsa koronayê) , fîlmên wiha zêdetir bala mirov dikişîne.Belê min berê jî hez dikir lê niha zêdetir hez dikim.Wiha bifikirin ku vîrûsek tê û her kesî dîn û har dike ango hişê mirov tevêhev dike.Mirov êdî nabe ew kesayeta berê.Li hollywoodê dibêjin zombî.Belê fîlmekî serkeftî û fîlmekî full bi zombî bû.
Ji fîlmê baştir tiştek din hebe , ew jî wergera simurg56 bû.Bi rastî wergerek gelek zelal û kurt bû.Ji bo temaşekirina fîlmê ne pirr bi lêz ne jî hêdî bû û gelek hêsan peyv hatine bijartin.
Sipas ji bo keda simurg56 ku kêyfa fîlmeke din a Kurdî bi me da kirin.
Ez jî wek xelîl difikirim bo fîlmê pûana min 65 lê bo wergera fîlmê 100 e.



31.03.2020 03:18 | brzn