Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêmasiyên alfabeya kurdî] de;

3. Kêmasiyên ku tên bilêv kirin ne kêmasiyên alfabeya kurdî ne ,kêmasiyên kêm xwendin û nivîsandinê ye.
Her wekî din , kurd jiyana xwe de kurdî zêdetir bi kar naynin.Niha zimanê îngilizî her kes kêm zêde dizane çawa ye.Nivîsandin û gotinê de ji hev cihê ne.
Heke em bixwazin , em dikarin alfabeyek 50 herfî çêbikin lê ev tişt hînbûn û nivîsandinê wê bike xeterê û dijwartir bike bêhtir wê gel ji xwendin/nivîsandinê sar bike.
Ev Kêmasiyên ku tên zimên ne ji bo kurdan in , ji bo kesên ku kurdî nû hîndibine.Ji ber ku kurd jixwe zimanê xwe û peyvên zimanên xwe dizanin û dizanin wê çawa bilêv bikin.Dema ku hevokek xwendin dizanin ew kar û kkar , kêr-kkêr tên çi wateyê.Lê wisa dizanim ku peyvên ku dû re ketine zimanê me de bilêvkirina wan de divê bi tîpên erebî anku wî zimanê de bê bi kar anîn.
Ez ne zimanzan im lê mîr celadet alî bedirxan vî yekê baş çareser kiriye.
û li ser bûk û çûk dikarim vî bibêjim , li herêma serhedê bi û tê bi kar anîn , tîpa ü li vir hîç nîne ti peyvekî de.
Welhasil beriya van nîqaşan divê ewil em alfabeya xwe hînê her kurdekî bikin.



30.05.2020 13:25 ~13:27 | brzn