Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [başûrê kurdistanê] de;

30. Rexneya ku ez jî dikim nivîskarê yekem ferhenga şikestî pirr baş aniye zimên.Hema bêje ev 20 sal e, we ji bo xurtbûna welatê xwe çi kir ? Devdora we welatên dagirker ku xwîna we vexwin pê têrnabin hene , we ji bo tevdîrên ewlehî çi kir ? Bersiv ev e ; ti rêxek tune.
Heke hebûya , ji gotina ku serokkomarê tirkîyê ku gotibû "em avê didin , em miqarneyan difiroşin û her tiştî em didin wan" divê şerm bikirana.heke hebûya ,dema ku perşmerge ji şingalê derket û derfeta kuştina êzîdiyan da daîşê divê şerm bikirana ,heke hebûya %51 axa kurdistan'ê nedidan kûçikên îran û iraqê de , heke hebûya axa kurdistanê wek ynk/pdk ne dikirin du celeb artêş.
Mixabin ev kêmasî û pirsgirîkên başûr in.Divê bizanibin ku dagirkirina başûr pirr hêsane û ku yekî dev dirêjê başûr bike yên din jî wê bikin.
nîşe: ne apohez im ne jî tiştek din ,tenê kêmasiyên me kurdan anî zimên.
nîşe 2; divê sernivis wek "başûrê kurdistan" bê sererast kirin.Ji bo ku kurdistan yeke û ne li gor hêla ye.



13.04.2020 01:33 ~01:35 | brzn

26. Piştê referandûma serxwebûna 17 kewçêra 2017 a kurdîstana başûr , Kurd bê navber dixebitin û berjewendîyên xwe yên başûr her diçe zêde dikin.

Dema ku serokwezîr Haydar Al-Abadî li serî bû nedihîşt kurd gavek jî bavêjin û dijminekî bênamûs bû.Bû asteng ji bo refrandûma serxwebûnê , mehanîya peşmergeyan nedihat dayîn û dest da ser bajar û navçeyên kurdan ( wek kerkûk û dev dorê wî ) û artêşek taybet û hov avakir ( bi navê haştî şabî ) bin piştgirîya îranêda û dîsa Xayîntîya rêvebirên YNK'ê dema vî kesê de pêk hat.

Piştê ku serok wezîrê niha Adîl abdulmehdî hat , kurdan gelek mafên xwe dîsa ji hikimeta îraqê sand û hê jî distîne...



27.04.2019 16:10 | brzn