Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [halk tv] de;

8. Tv ya ku bavê min sibe êvar temaşe dike
Ji bo ku kanalên kurdan hemû qedexe kirin rûdaw/stêrk hwd.Bavê min demeke gelek dirêj e an fox an halk tv yê temaşe dike.Ji bo ku ev tv mûhalîf/opozîsyon dixûyên û akp û kirinên wan rexne dikin , bavê min jî wetrê qey ew mirovên baş/rast in.
îro min go ez bala xwe bidim ka rojevan wî kanalê çi ye lê min nedît ku derbarê desteserkirina şaredariyên kurdan de ti bernamek û rexnek hebe.
Min jî got bavê xwe " heyran ev hemû wekhev in, heke wisa nebûya wê bigota ev tiştek nebaşe.Tu bizanibe ku ew xwe ker dikin lê hemû ser kurdan yekbiryar in."
Ji bo ku ev kanal kemalîst e , ez jî carnan derbarê kirinên atatirk dikim bo kurdan çi kiriye/nekiriye û xirabiyên wî.
Bi rastî ev kanal hira kurdan yên netewebûn û yekbûnê wenda dike û dejenere dike.Mirov çiqas bikeve nav rojeva wan û nûçeyên wan , mirov dibe wek wan.



15.05.2020 22:33 | brzn