Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdistan] de;

73. Navê Welatê ku hatiye dagir kirin û li bakûr ji aliyê partiya ku zêdetir ji kurdan rey hildide ve hîç nayê zimên e.

Mixabin ne ev partiya sosret ,ji aliyê kesên ku xwe wek berpirsyarê kurdan dibînin jî hema bêje hîç nayê zimên.

Lê bi rastî her bûyer , proje , xerabkirinên bereday ku li kurdistanê tên meşandin ji aliyê van kesên ku dibêjin em berpirsyarên kurdan in ve wek mafên karkeran , civata kapîtalîzm , mafên jinan û hwd. tên binav kirin.Lê rastiyê de ev xerabkirin û dejenere kirina Kurdistanê ye.Kî dîtîye ku rojavayê dagirkerên bakûr leşkerek li zarokek 10 salî re destdirêjî kiriye anku kî dîtiye ku zarokek 15 salî ji aliyê leşkeran ve tên gulebaran kirin. Kî bêje ku ev ne xerabkirina kurdistanê ye ew yekemîn xayîn û dijminê kurdistanê ye.

Lê ku van yekan wek xerabkirina kurdistanê tîne zimên (bnr: ibrahim halil baran) e.Mixabin her tim bi tirkî tîne zimên ji ber ku kurd nizanin kurdî fêhm bikin.Vî rewşa xirab de yê ku zêdetir û baştir van yekan tîne zimên ew kes e.



17.07.2020 12:16 ~12:18 | brzn

71. ne navê erdnigarîyek (coxrafya ) e , navê welatê kurdan e.Beriya welatên ku niha li ser hatine avakirin , hebû û her wê hebe jî!



18.02.2020 14:00 | brzn

63. navê "kurdîstan" çima wek "kurdistan" hatîye nivîsandin nizam lê ne raste.

Axa kurda ye û sedsalên dawî de ji alîyên dagirkeran ve hatîye parve kirin.

"Bakûrê kurdîstanê" niha li nava xetên welatê ku tirkîye hatîye binav kirinde dibîne.

"Başûrê kurdîstanê" niha li nava xetên welatê ku iraq hatîye binav kirinde dibîne.

"Rojavayê kurdîstanê" niha li nava xetên welatê ku surîye hatîye binav kirinde dibîne.

"rojhilatê kurdîstanê" niha li nava xetên welatê ku îran hatîye binav kirinde dibîne.

Li başûr kurd federal , li sûrîyê şer didiome û li bakûr û rojhilat hê bindestên û wek kurd nayê nasîn.



02.04.2019 16:05 | brzn