Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çomez] de;

42. Mîjara ku her carê dixwazim bila li milê çepê bixûyî ye.Jiber ku gelek kes dibin endam lê dû re 10 peyaman temam nakin anku nizanin, ji tirşikê kêyf hilnadin jiber ku nivîsên wan li milê çepê nakeve lîsteyê dev ji vir berdidin.
Bi ya min divê rûpelek derbarê vegotina endambûnê de her tim li jor li ber çavan hebe.

Welhasil ev mîjar jî bo ku çomez tirsa xwe bişkînin û binvîsin li vir hate nivîsandin. Ez ê bêjim up up hevalno lê ,ew taymendî tune ku mîjar were jorê : ))

tu çomezî? bibe endam



11.02.2021 16:21 | brzn

35. Hûn gelek baş diçin , xwedê kêmasîya we neke lê (bnr: formata tirşikê) jî li ber çav bigrin.
Belê hûn çomez bin jî lê ev çomezî ne zêde domdar e.Dema ku peyam/şîrove şand ango mîjarek nû vekir , beriya nivîsandinê ji xwe vî pirsê bikin "ez derbarê vî mîjarê de çi dizanim?" û dûre binvîsin.Em vî tiştê re dibêjin pênase.Pênaseya xwe bikin dûre jî hevoka duyem de fikrên xwe binvîsin.Bila peyama we nebe wek bersiv dayîna tirşikvanek din.
Ji bo pirsên we (bnr: tirşik forum) her tim hêvîya we ye.
Hûn bi xêr hatine



04.05.2020 22:48 ~22:54 | brzn

30. Hema 10 peyaman binvîse û bibe tirşikvan.Evqasî hêsan e!



01.05.2020 21:19 | brzn

29. Ji wan hin kes dema ku tirşik hatiye damezirandin , bûne endam û 10 peyamên xwe ji bo derbasbûna asta tirşikvanbûnê neqedandine û tenê tên têkevine malperê dûre tiştekî nakin.
Gelo ew çomez in yan ez çomez im? Bi xwedê nizanim.Dema ez wan dibînim şerm dikim bibêjim bi xêr hatî, camêr beriya min hatiye heyran : ) )



25.04.2020 23:51 | brzn

26. peyva ku ji bo kesên nû tê bi kar anîn e.Piştê şandina 10 peyaman bi hêsanî dikare bibe tirşikvan.
Lê tişta pê hisîyam kesên ku profîla xwe ya tirşikê fûll tujî dikin mayînde dibin û yên nakin jî direvin diçin.



16.04.2020 23:56 | brzn

25. li gor daneyên tirşikê îro tenê kesek bûye endam
hejmara nivîskaran 1119
hejmara çomezan 1132 (duh 1131 bû)



10.04.2020 02:55 | brzn

22. Çomez dema ku tomar dibin.Wek navê wan li ser , nizanin wê çawa mijara vebikin ango ditirsin ku tiştek ne rast bikin.Dema tomar bûm ez jî wisa bûm.
Lê divê bêtirs , dest pê bikin binvîsin.Dikarin derbarê karê ku dikin , hobîyên ku dikin ango derbarê her tiştî de ramanên xwe bibêjin danasînan bikin.Qet tiştek nebike jî bila xwe re tirşikê refresh bike li ser mijarên heyî de wek peyam ramanên xwe / şîroveyên xwe bişînin.



29.03.2020 16:20 | brzn