Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hoste

profîla "hoste"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mahmut baksi] de;

8. Xwejînenîgariya Mahmûd Baksî

Mehmûd Baksî (bi tirkî: Mahmut Baksi) (z. 16'ê rezberê, 1944 - m. 19'ê berfanbarê, 2000) nivîskarekî kurd bû.

Mehmûd Baksî, di sala 1944'an de li gundê Suphiyê ku bi ser Hezoya Batmanê (bi tirkî: Kozluk) ve ye, hatiye dinyayê. Berî ku xwendina xwe ya li Dibistana Mamostetiye a Dicle xelas bike, wî dev ji karê xwendinê berda. Di sala 1967an de cara pêşî li Batmanê di rojnameya Batman Gazetesi (Rojnameya Batmanê) de dest bi karê rojnamegeriyê kir. Di sala 1968'an de bû serokê TİPê (Partiya Karkeran a Tirkiyeyê) ya Batmanê. Di sala 1969'an de bi navê Mezra Botan romana wî ya yekem li Stenbolê derket. Paşê di sala 1970'yî de pirtûka xwe ya bi navê Sadi Akkiliç Davası (Doza Sadi Akkiliç) derxist. Sadi Akkiliç komunîstekî tirk bû û ji ber gotareke wî heft sal û nîv cezayê hepsê lê birîbûn.

Mehmûd Baksî di wan salan de sendîkavan bû û wî karê xwe yê sendîkavaniyê li DİSKê didomand. Karê wî ê sendîkavaniyê ji sala 1968'an heta sala 1970'yî dewam kir. Paşê bi hinceta ku ew kurdîtiyê dike û ji ber herdu pirtûkên wî ên ku hatin çapkirin, 15 sal cezayê hepsê lê hate birîn. Loma di 1970'yî de ji bêmecaliyê mecbûr ma ku derbasî Almanyayê bibe. Ew di sala 1971ê de jî li Swêdê bi cih bû.

Mehmûd Baksî li Swêdê jî vala nesekinî û heta dawiya jiyana xwe nivîsand. Wî heta niha 22 pirtûk nivîsandine û pirtûkên wî wergeriyane gelek zimanan. Lê Baksî bi xwe bi sê zimanan; bi kurdî, tirkî û swêdî dinivîsand.

Mehmûd Baksî di 19'ê meha 12'an ya 2000'î de li Stokholmê wefat kir û li Diyarbekirê hate veşartin. (bnr: romannivîsên kurd)

wîkîpedîa: Here lînkê



14.10.2019 14:33 ~17:51 | hoste