Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lonw karda

profîla "lonw karda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nusret] de;

11. helbet ji bo kurd û kurdistan tiştek çênekirîye(bi eşkere tiştek çênekîriye, belkî bi dizî çêdike, yan çêbike) lê ji bo tirka jî pir tişt çênekîriye. tirk çima ji nusret re piştgirî didin? kurd çima xwe qurre dikin, pozê xwe radikin? ehmektiyek mezin...
kesên wekî nusret kesayetên sembolîne. heger wan kurdperwer bibin yan em bikaribin wan kurdperwer bikin, ji bo kurdayetî tiştek erenî dibe.
kurdên me dixwazin kesayetên wisa bi eşkere dijminatiya tirka bikin, dijî tirka xeber bidin.
lê tirk çi dikin, çiqas hov bibin jî kengî devê xwe vedikin dibêjin "tirk û kurd bira ne". acun ılıcalı çi dikir, yani kurdî programên wê de qedexe bu lê qet dijî kurda xeberda? na.
hin kurdê kêmaqil li ser jiyanên kurdên din, biryar didin, tenê fikrên xwe yên qels bereday bereday xeber didin.

Pirsekî din:
heger nusret nav belengazî de bibuya, em qet navê wî nehesîbîna, gelo wan kurdên me yên pozbilind ji bo wê tiştek-xêrek çêdikirin yan na?
bersiv helbet na ye.
piştî wan gotina em ji bo nusret tiştek çênekirin, wê çima xwe bavêje agirê û çima ji bo me jiyana xwe bike dojeh, çima ji bo me têk biçe?
têkçun? helbet têkçun, tirk qet rê didin kurdperwer bijîn?

tu kes ji mesut özil re xwedî der neket, ew jî xwe avêt dest tirka. nusret jî wisa bibe?

do dengbêj seyîdxanê boyaxçî çu ser dilowanîya xweda. wê çi gotîbu kes ji min re xwedî der neket. dengbêj seyîdxanê boyaxçî/125981
şakiro çi gotîbu tê bîra we...(ew jî heman tiştê got)
...
...
kurd tiştek çênakin, zarokê xwe ra xwedî dernakevin, piştê bê şerm û fedî xeber didin.



06.07.2020 12:23 ~12:42 | lonw karda