Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lonw karda

profîla "lonw karda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [i'm thinking of ending things] de;

1. hemu gotin dibe spoiler ji bo wî fîlmê. ji ber wê ezê her tiştê nava taga spoiler binivîsim.


fîlm bi xeberdana keçikekê(lucy) destpê dike. lucy bi hevokên vatedar derheqê jiyanê xeber dide. ji bo wî em jî difikirin ku fîlm ji me ra jiyana lucy behs dike. lê gava ku lucy bi dildara wî jake re diçe ba malbata jake, film dibe abstract, dîmenên derveyê rastî(surreal) tê nîşandan û mirov nikare wan dîmena fehm bike. fîlm bi wî şeklî dewam dike û wexta fîlm diqede mirov dibêje "ez anha çi sêr kirim? mesaja wî fîlmê çi bu?"
Ez jî bi wan ramanan(fikran) fîlm qedandim û tu tiştê fehm nekirim. ez gotim ka ez şiroveyên fîlmê binerim belkî hinkes fîlmê fehm kirine. û wisa jî bu, piştî xwendina şîroveyan hertişt zelal û vatedar bu û ez fîlmê fehm kirim.

li gorî şiroveyan fîlm;
wexta fîlm destpê dike em difikirin ku fîlm derheqê lucy ye lê berevajî fîlm derheqê jake e. û hemu dîmenên fîlmê fikr û xeyalên jake e û wiya jî sehneyên surreal îzah dike. jake ku li qesebeyek biçuk hatiye dinyayê, tû carî nikariye herê bajarê, tu carî evindara wî nebuye, hemu jiyana wî derdora dê û bavê wî derbas buye û dawîya emrê xwe jî li lîseya qesebeya xwe de kara paqijkirinê dike. jake bi wî halê, xeyala jinekê dike, di xeyala xwe de wî tîne li ba malbata xwe û bi dê û bavê xwe dide nasandin. jake di xeyala xwe de li bajar de dijê û xwedîyê karekî bi prestîje yanî sedî sed berevajîya jiyana wê ya rastîn. jake kesekî bêjîyan e, xeyala jiyanekî dike. edî navbera xeyal û jiyan de cudahiyek namîne, jiyan û xeyal tevlî hev dibin, edî jiyan tenê ji xeyalan pêk tê.


bonus: fehm kirina sehneya dawiyê fîlmê jî pir zore, di wî sehne de jake xeyala stendina xelata nobel dike.



10.11.2020 22:33 | lonw karda