Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lonw karda

profîla "lonw karda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [platformên ji bo video kişandinê] de;

1. platformên ji bo video kişandinê

1) OBS(Open Broadcaster Software): programa obs bêpere û nivîsbarîyeke çavkanî azade. Ez qet bikarneanîm lê pir videoyên youtubê da ez logoyê wê dîtim. yanî pir kes bikar tîne. (dosyaya sazkirina wê 72mb'e). Here lînkê

2) apowersoft free online screen recorder: ji bo karên biçuk pir kêrhatiye. ez jî ji bo wezifeyê dersekî bikar anîm û ji wê memnun bum. program ji bo xebatê tenê sazkirina biçuk dixwaze û karên din online dike. malperekî kêrhatiye. gava ku video qeyd dikin vekirina microfonê ji bîr nekin.Here lînkê (kesên ku îngîlîzî fehm nakin, bizanin ku malperê da zimanên din jî heye)

3)xbox game bar: hin kompiter da programên video kişandinê heye. ez compiterekÎ hp bikar tÎnim û wê program tê da heye. heger programek ji we ra pewist be berê compitera xwe binerin ji bo video kişandinê program heye an na piştî ji xwe ra programek bigerin. pirsgireka wî program ewe ku tenê videoya ekranek dikşîne. yanî hun bixwazin di video de hem dîmenê tirşik hem jî sepanekî din were dîtin nabe. yên duyemin piştî video kişandinê divê hun video trim bikin yanî destpêka-dawiya videode herî kêm 1 saniye(second) jê bikin û qeyd bikin. ji bo ku mezinahiya videoyê ku hun kişandibun pir pir zêde ye.

herwekî hûn dikarin videoyê xwe li ser youtubê bar bikin û youtube ê wekî cloud storage bikar bînin. piştî barkirina videoyê opsiyona "unlist"(derê-derveyê lîstê) hilbijêrin. û edî tenê kesên ku hun lînka videoyê ji wan re parve kirine wan dikarin videoyê sêr bikin.



2021.01.26-12:46 ~13:01]| lonw karda