Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berevajî

profîla "berevajî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jihevderxistina devokên kurmanciyê] de;

9. Oo çi mijarek tam li gor dilê min!
Pêşî vê bêjim, ti devokên kurmanciyê xweş nehatine lêkolîn. Loma ev hemû navên devokan ên hûn ji xelkê dibihîzin ew navlêkirinên deverî ne û dibe ew nav li gor rastiya devokê pir teng be pir berfireh an jî yek car şaş be. Mixabin wek gelek tiştan zaravanasiya kurdiyê jî lawaz e.
Dixwazim bêjim wek rêbaza jevderxistina devokan, bi ya min ji peyvan bêhtir taybetiyên rêzimanî û hûrgiliyên peyivînê wek dengên taybet, awayê hevoksaziyê û wd. dê bêhtir bi kar bên. Bo mînak hevalekî li jor ji bo peyva "gede"yê gotiye herêma serhedê nîşanî me dide. Lê a rast gede li diyarbekrê û navçeyên wê, li dêrikê û hin deverên mêrdînê yên din jî bi berbelavî li kar in. Loma bi ya min peyv gelek caran di jevderxistina devokan de mirov diçewitîne.
Werhasil ez ê pêşî behsa hin dever û devokên ez bi saya taybetiyên wan, wan nas dikim bikim. Paşê jî behsa devokeke bi ya min ji hemûyan kêmtir tê naskirin û cûnandin bikim. Ya ez jê re dibêjim "kurmanciya deştî" ( (lînk:https://twitter.com/berevaji/status/1158011801881194497) ). Heke navekî dinê yê zanistî û giştî ji bo vê devokê hebe hayê min jê çêkin.

-Bo mînak devokên botî 'r'yên di nav peyvan de an pir nerm dikin an jî yek car nabêjin û dengdêra berî wê dirêj dikin. Gelek caran li şûna 'a'yê 'o' dibêjin, herwiha ev di hin devokên dinê de jî tê dîtin. "Yek" li vir dibe "êk" û -wek devokên colemêrgî- li şûna "hev"ê tê bikaranîn. "Cî"ya di piraniya devokan de li vir "cih" e. "k"ya dawiya peyvan car caran dibe "g" nexasim ên bi "-ekê/î", wek "heftegê". Carinan tewangên lêkeran yên pirjimar jî wek kesê yekem yê yekjimar (tu) tê kirin, wekû "em dibêjî".

-A rast warê jê re "serhed" tê gotin ji hêla erdnîgariyê ve gelekî mezin e û ji ber di ser de jî bi piranî çiyayî ye lê axavtinên cûrbicûr hene divê wek "devokek"ê tenê neyê behskirin. Loma gelek gelemperkirinên wek "serhedî wiha dibêjin, wiha dipeyivin" şaş in. Lê em dikarin behsa çend taybetiyên hema hema li piraniya "serhedê" hene bikin. Ya herî diyar di daçekan de awayê "da/ra/va" berbelav e. Tiştekî din min pir dîtiye, lawazbûna jevderxistina zayendan e. Mesela, min cînava "wê" pir kêm bihîstiye. Ji bo jinan jî "ewî" tê bikaranîn. Herwiha paşgira navdêra mê ya tewandî "-ê" jî nadîr e. Ango wek "jinikekî gazî kir.." tê gotin. Taybetiyeke dinê ya dengnasiyê tevlîhevkirina dengên "û-o" û "û-î" ye. Bo mînak di axavtinê de navê "Harûn" dikare carinan bibe "Haron" an "Harîn" jî. Herwiha nexasim di gotina peyvên tirkî de "ö"ya tirkî û "u" jî carinan tên tevlîhevkirin, bi piranî yên tirkiyê paşê li dibistanê filan hîn bûne.

- Hin devokên nêzîkî deverên zazakîpeyiv (li diyarbekirê) di gelek peyvan de şûna "j"yê "z"yê bi kar tînin. Wekû "ew zî digot". Taybetiyeke dinê jî ji d.bekrê, tewanga li gor standardê "min got" dibe "ez gotim".

Werhasil devok pir in, taybetî jî pir in nuha ev hatin bîra min *

Îja em werin ser mijara "kurmanciya deştî". A rast ev jî ne devokeke yekane ye. Ji ber ew jî di herêmeke mezin de berbelav e. Lê di hin xalên bingehîn û hevpar de peyivînên gelek bajar û waran digihîne hev.

Ji vanan ya herî diyar berbelavbûna dengê "i"yê ye. Ev deng ketiye şûna "e"yê û "î"yê di formên dema niha yên ji bo kesê sêyem û duyem ên yekjimar de. Ango "Dibêje-Dibêji, Vedixwî-Vedixwi, Zîrek e-Zîrek i, Xweşik î-Xweşik i". Li hin deran jî ev guhertina dengî derbasî daçekan jî bûye. Ango "re/de/ve" carinan dibe "ri/di/vi". Taybetiyeke dinê jî di daçekan de ketina dengdêran e. Ango "ji te re" dibe "j'te'r". Di van salên dawî de kêm bûbe jî, tewandina navdêrên nêr bi awayê guhertina "a>ê" berbelav e. Carinan guhertina "b>v"yê tê dîtin wekû: "Heke bibe-Heke bivi, Dirbêsiyê-Dirvêsiyê". "Û"ya di nav hin peyvan de dibe "-iv(î)-" wekû "çûk-çivîk". "Ku"ya girêdek li hin deveran dibe "gi". "Peyv/peyivîn" di vê devokê de, nexasim li navçeyên Mêrdînê berbelav e. Ihtîmalen ji wê derbasî zimanê nivîskî û devokên dinê bûye. Herwiha wek me berî gotî ji ber ev devok di herêmeke mezin de belavbûyî ye, ji bo "axivtin"ê lêkerên dinê jî tê de hene wekû "şorkirin, şitexilîn" wd. "R" bi zêdeyî bi awayê req tê bilêvkirin. Gelek caran "r"yên hin peyvan di devokên dinê de bi awayê nerm in, di vê devokê de req in. Wek "bajarr". Zayenda hin peyvan ji standardê û devokên dinê cuda ye, bo mînak "hay" nêr e. Meyla kurtkirina paşgira "-(y)ek"ê heye. Bo mînak "tiştekî>tişkî, rojekê>rokê". Herwiha di bikaranîna heman paşgirê ya hin peyvan de carinan guhertina dengê "e"yê bi "a"yê tê dîtin. Wekû "erebeyek-erebak".

Werhasil gelek taybetiyên dinê jî hene. Herwiha binêrin, ez nabêjim ev taybetî di devokên dinê de nayên dîtin an jî van taybetiyana giş di hemû deverên vê devokê de tên dîtin. Lê ez li gorî xwe; herî kêm axavtinên şertê yekem (guhertina "e-i"yê) û çend ji van taybetiyan -an jî yên din ku nehatin bîra min- dihewînin ez wek "kurmanciya deştî" bi nav dikim. Ez ne bawer im heta nuha bo vê devokê navlêkirineke ew qas giştî hatibe kirin.
Em behsa erdnîgariya wê bikin jî; li Diyarbekrê navçeyên Bismil û Çinarê, li Mêrdînê Şemrex, Dêrik, Qoser û navend jî tê de piraniya gelheyê, li Rihayê Wêranşar, Serêkaniyê (c.pinar), ne temamî be jî qismen Sêwregê û herwiha beşek ji derdora çiyayê Qerejdaxê, li binxetê ango Rojavayê, li Qamişloyê ji çemê ceqceqê dest pê dike piraniya bajar û bajarokên "Xerbî" dikeve ber de, ango Amûdê, Dirbêsiyê, Hesekê, Serêkaniyê û belkî hîn wêdetir jî.
Dixwazim bêjim ev bi tenê vedîtinên min û texmînên min in. Fikrên we jî li ser vê pêşniyaza min hebe bêjin, ango heke hûn dibêjin na ez li van deverên te gotine dijîm lê bi piranî peyivîna vê derê ne wek wî awayî ye an jî ez ji devereke dinê me û li vir jî bi piranî kurmanciya bi wî awayî tê axavtin. Bimînin di xweşiyê de.



12.01.2020 08:33 | berevajî