Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijwarwanî

profîla "dijwarwanî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sondên kurdî] de;

133. ''Di zaroktiya min de li gund, mirîyên me bi me re dijiyan! Li gor baweriya gundiyan bandora miriyan ji ya zindiyan bêtir bî! Piraniya gundiyan bi gorên bav û kalên xwe sûnd dixwarin. Sûnda herî asê bi gorên miriyan bû. Kesî bi derewa newêrîbû bi gorên miriyên xwe sûnd bixwe. Rûmet, şerefî û neşerefiya gundiyan bi saya zindî û miriyan bû! Yê ku bi derewa bi gorên miriyên xwe sûnd bixwara, ew di civakê de bi kêm bawerî dihate dîtin û gotina wî baş cihê xwe nedigirt. Hem jî, dema ku şer di navbera du gundiyan de rû dida, dijûn an xebera herî hişk û kirêt ku ji hev re digotin: ez ê digora sed bavê te... ''
beriya mêrdînê/konê reş/rp. 54



21.01.2020 00:18 | dijwarwanî