Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çomo

profîla "çomo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwelîxan] de;

4. di teza lîsansa bilind ya halîl îçen'î “Di nav çanda kurdî de çîrokêk sîndrella” de, ku li ser tezên yokê de bi hesanî têt xwandin, weha gotiye
……….
“Sibê zû radibû û ji bîre av dikişand, agir vedixwist, şîv çêdikir û cilên qirêj dişûştin. Digel vê yekê xuşkên wê jê re îşkence jî dikirin. Ji xencî wan tiştan qîzên demariya wê polik û nîsk diavêtin nav xwelî û jê re digotin tu yê berhev bikî. Êvarî hingî karên dijwarî dikir pir dibetilî lêbelê nivînek wê jî tunebû tê de raketa ji bo wî li ber tifikê wesa xwe digirt û qey wek nav xwelîyê de radiket kincên wê qirêj û gemarokî bû ji bo wî jê re digotin pisînga xwelî” (rûpel 26)
…..
di peyva xwelîxanê de maneya biçûk xistin, kêm dîtin tune.
Di nav çîrvanokê de keçikên demariya sîndrella navekî neyînî lê dikin. Ji ber ku sîndrella ser çav gemar, li ber tenûrê xweliyê de hatiye şayesandin li gorî versîyonên tirkî min xwendî.

Pisika xwelî, pisîka xwelî, pisînga xwelî bi min ne li gorî kurdî ye. Dibe ku navekî din lê bikin wekî;

Pisînga ber tenûrê
Keçika rûtenî
Bermala rûgemar
Bermala xwelî
Navmala xwelî
...hwd.

di Xwelîxan'ê de wateya neyînî tune. Keçikên demariya we bi vê navê tinazên xwe nikarin pê bînin. dibe ku di gotinê de wateya kêm dîtinê hebe.disa li gorî guhertoyên min tirkî xwendî weha difikirim.



23.10.2022 02:07 ~02:09 | çomo

2. Jixwe “kûlkedîsî”ê ji wergêrek beredayî pêk anîne. Navê Xwelîxanê baş nebûye ji bo vê çîrokê.
Gotina “Xan”ê meriv hinekî gijikî dike. “pisika xwelî” beredayî bibe jî ji vê gotinê baştir e.



22.10.2022 01:31 | çomo