Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çomo

profîla "çomo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şevreşk] de;

3. Şevreşk û reşê şevê du peyvên mane ji hev cuda ne.
Di rastiyê de şevreşk tirs, xofa ku di tariyê de pêk tê. Dîmenên hêwilnak li ber çavê meriv de xûya dibin in di tariyê de. Peyva ku di nav kurdî de berbelav e, cihê sawêr û spêle yê digire. wate ne bi tenê heyînên razber ên kirêt û derxwezayî ye, divê hinek din fireh bibe.

Di zarokatiyê de yek bixaltiyê min li ber çêrandina karik, berxikan de piştî tarî daketî ji şevreşkek ditîbû an jî li gorî xwe ditîbû hin rasttir e. ku li cem wî hevalekî wî hebû, wî tu tişt nedîtîbû.
Evarî piştî tarî daketî ji bona komkirina karikan li ber gazekek newalekî de, newal mişt tarî bûbû, tiştek an jî heyînek mîna dilqê merivekî dilivî dîtîbû, xof lê gerîyabû, ji ber xofê gwîn avêtîbû, çok jê sist bibûn û bi zorê bangî hevalê xwe kiribû. Ji bona wê xofa şevreşkê edî wî neşandin li ber karik û berxikan. Digotin şevreşkek dîtiye û xof lê geriyaye.



20.11.2023 00:55 | çomo