Tirşik - Profîl
tirşik-profîla fatoş xanim

profîla "fatoş xanim"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cervantes] de;

2. Yek ji nivîskarên ku ez herî zêde jê hez dikime. Belkî min çar caran Don Kîşot xwendiye, lê dîsa jî jê têr nabim.
Pirtûkeke heta bêjî serkeftiye û bi sedan sal in ku tiştek ji tesîra xwe kêm nekiriye! Gava tu dixwînî geh dikenî, geh şaş dibî, geh difikirî, geh xemgîn dibî.
Don kîşotê ji rastiya jiyanê dûr ketî, her wiha nefsbiçûk,mêrxas dilzîz û henûn. Bi hespê xwe yê hişkelokî Rosînenta û em evîna wî ya nemir yanî Dûlsînea'yê bîr nekin. Digel Don kîşotî helbet seyîsê wî yî bi navê Sanço panza jî divê neyê bîr kirin. Sançoyê qelew û zikbirçî, Sançoyê tiral û tirsonek. Lê beramberî van hemûyan jî Don kîşotî bernade. Gundiyekî hejar û belangaz e. Bêhtir bi jiyana rastîn ve girêdayiye.
Ew û Don kîşot dijberî hev in, lê hev temam dikin. Hez hev dikin.



11.11.2019 17:29 ~17:29 | fatoş xanim