Tirşik - Profîl
tirşik-profîla fatoş xanim

profîla "fatoş xanim"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [asteroîda ku dê li rûyê cîhanê bikeve] de;

1. Gelî tirşikvanên bi rûmet li gor agahiya ku nasayê parve kiriye, di sala 2022'yan û şeşê gulanê de, asteroîdeke ger ku bi tu awayî neyê bendkirin dê li rûyê cîhanê bikeve û di encamê de bi mîlyonan kesê jiyanê xwe ji dest bide. Axiriya me hat!
Ecêb e ku xema kesî nîne. Min hin hevalên xwe yên keç re ev xebera reş parve kir. Lê guh nedan min. Yekî got nexwe divê ez teqez danûstandina kincan bikim, yekî got min hê jî xoşewîstek nedîtîye, yekî jî qala bêdawînebûna deynên xwe yên kredîyê kir. A dawiyê jî got ku qet nebe hê du salê me heye.
Tu vê sosreta ha binêre!
Bi rastî qet naxwazim bimirim, hêvîdar im ku ev asteroîda beredayî bi awayekî were bendkirin û em mirovên gunehkar jî, ji xezaba wî xilas bibin



20.11.2019 01:03 | fatoş xanim