Tirşik - Profîl
tirşik-profîla fatoş xanim

profîla "fatoş xanim"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hôtel europe] de;

1. Pirtûkeke ferhad pîrbal e ku min hêca xilas kir. Lehengên pirtûkê: mihemedê hacîzade( îranî) ferhad(kurdê kurdîstana başûr) û saqî gulçîn( îranî)in. Monsieur luciana( yekî rojavayî, cihûyekî dewlemend yê portekîzî ku li parîsê dimîne û xweyî hôtel europeyê ye. )
ev pirtûka Li ser hêjarî, bêkesî, bêçaretî û bênasnamebûna penaberên rojhilatî sekiniye. Her wiha rexneyek e li hemberî welatên rojhilata navîn ku ji rûyê dîktatorî, bêrêtî, neheqî û paşdamayîna wan; gelê wan mecbûr dimîne ku berê xwe bide rojava û li wir perîşanîyeke bêpayan bijî.
Ya ecêb jî ew e ku di dawiya romana xwe de gotiye ev kesayetiyên ku min afirindine hemû jî rast in û hê jî dijîn! Ev yeka li min xweş nehat. Hewce nedikir. ev, romanê ji edebîbûnê dûr dixe. Divê hişê xwîneren de pirsnîşanan bihêle da ku bi xwe bila bifikirin.
Bi kurtasî mijar mijareke li me eyan e. Lê dîsa jî pêşniyarê we canik û camêran dikim.



09.12.2019 22:27 ~2019.12.10 15:01 | fatoş xanim