Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [luis buñuel] de;

4. Derhênere ku ev çend roje bi filmê xwe yê bêhempa bala min kişandiye ser xwe. Derheqê jiyana wî de:
Derhêner û senaryonivîsê spanî ye. Luis Buñuel xwedanê surrealîzma sînemayê ye û ji ber vê yekê jî di vê qadê de pêşengê herî baş e. Heman katî de di dîroka sînemayê de mîna derhênerê herî serkeftî tê pejirandin. (bnr: alfred hitchcock) diyar kiriye ku di nav derhênerê ku dîtiye de Luis Buñuel derhênerê herî serkeftiye. Bi wênesazê surrealîst yê navdar (bnr: salvador dali) re jî ketiye nav xebatê hevpar, di xebatê mîna "segek endulusî" û "temenê zêrîn" de ku ji hemû cihanê deng aniye bi hevre şixulîne. Dilniwaziya nepeniya burjuvaziyê, kadiz, xeyaletê azadiyê û ew tişta nediyar ya arezûyê çend filmê derhênêr yê navdar in. Luis Buñuel heta mirina xwe 30 heb film kişandiye û senaryonivîsiya vana jî bi xwe kiriye, muzîka du heban jî wî çêkiriye û di hunera wênesaziyê de jî berhem dane ku her dem mîna hunermendek piralî rêz li ber hatiye girtin. Ev derhênerê ku jiyanek bi serkeftinî derbas kiriye di 29 ê pûşbera 1983 an çûye ber dilovaniya xwe.



19.07.2020 00:25 | rizgarm