Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [biwêjên kurdî] de;

152. pîvazek di nav rûyan de hûr kirin : Bi kêmanî dilê kesekê/î xweş kirin.

Mînak:
te pîvazek nav rûyên wî de hûr bikira, hema pênc paqnot jî têxista bêrîka wî.



16.04.2023 11:30 | rizgarm

149. Pêşa min vekiriye: kesek bixwaze ji yê/a hemberê xwe re bêje tu xêra te negihiştiye min tê bi kar înan.



05.10.2022 20:58 | rizgarm

147. ser û siya wan li ser bûn
Xwedîtî li tiştekê/î, kesekê/î kirin.
Mînak:
-xem neke, qene nêzî xaniyê pîrika wan e, dê ser û siya wan li ser be.



27.05.2022 16:42 | rizgarm

134. înciraxî kirin
Kezeb li meriv reş kirin, meriv rehet nekirin, meriv ji mereq û mitaleyan bi kul û kesera xistin.



24.08.2021 00:10 | rizgarm

129. çavê xwe tarî kirin: bi biryar bûn, li ser gotina xwe sekinîn û israr kirin.



19.08.2021 12:34 | rizgarm

126. heft pehîn lêxistin : ji bo mijarên ku dide zanîn kesê/a li hember hostetir û zanetir e. Gelemperî ji bo qerf û henekan tê bi kar anîn.

Mînak: heke mesele derew be brehîm heft pehîn li miço xistiye.



12.05.2021 21:44 ~21:47 | rizgarm

124. Kondêza binê lênî: bi kurmancî "heska bin beroşê". Ji bo merivên fesadiyê dike û gotin tê de nasekine re tê gotin.



30.04.2021 15:51 | rizgarm

121. Bi Dev û rûya çûyîn erdê
Yanê li hember rewşekê an bûyerekê fedî û şerm kirin. Mînak: mehmekerîm tiştek weha kir ku ez bi dev û rûya çûm erdê.



18.12.2020 18:27 ~2021.08.19 12:35 | rizgarm

118. "Li ser welê min"

Bavê min bi kar dianî, ez niha bi peyvan nikarim pênaseya wê bikim lê bi mînakekê hêvî dikim bidim fam kirin:
-min duh de qet tiştek nexwariye. Li ser welê min di sarincê de firingiyek hebû min ew xwariye. Wekî din w'ad be.



18.11.2020 23:46 | rizgarm

116. Dawa wê/wî bi ser de kirin. Yanê hemû şerm, eyb û kêmasiyê wê/wî kesê/î li cihê bûyî an ne bûyî anîn ziman.
Mînak:

- Miho hema texsîr nake dibêje û dawa wan bi ser wan de dike.



17.06.2020 01:29 | rizgarm

112. (bnr: ne to ver ne to dim (ne li paş ne li pêş) ) yanê merdim nêzana ki verê to şî o nêzana ki dimê to yenê.



30.05.2020 16:36 | rizgarm

105. Mîza xwe ser sera xwe re diavê yanê çarçav e, şiyar e, zana ye û hwd.



13.05.2020 04:06 | rizgarm