Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ceyrana qaçax] de;

16. Bi raya min nirxandina ango rexneya li jor hatiye kirin hebek zêde bûye. Di xala ji bo dema tiştek qaçax ango belaş dibe çavbirçîtiya me hema ji her derê me difire de rast e lê, qaçaxbûna her tiştî bi gelek pîvan û qadan ve pêwendîdar e. Civakî, siyasî, cografî û nizamçikan ve girêdayî ye. Tevî ku ne tiştek nû ye jî ev meseleya kurd û qaçaxçîtî ye. ne tenê di nav henek û pesnan de cih girtiye, di warê girî û keserê me de, di nav wêje û çîrokên me de jî cihek qewî ji xwe re çêkiriye vê mijarê.

Ceyran dema qaçax nebe jî hetiketiyek mezin derdikeve holê. Ezê jî meseleyekê bêjim. Li navçeya ruhayê ku niha lê dixebitim de hemû ceyran ji bo rê li ber qaçaxçîtiye bigirin kirin bin erdê. Jê şûn de mamosteyên hevalên me digotin xwendekarên me yê hejar nikarin li mal dersê bixebitin. Ji bo pereyê ceyranê zêde neyê hemû kes di menzelekê de dimîne. Hemû limpe û sobeyan vedimirînin û bi şev jî zûzûka radizên da heqê ceyranê zêde neyê nivîsandin. Ka ev zarokana di nav van şert û mercan de dê çawa bixebitin û pêşkevin. Herçî feqîrî qedera me be emê jî mecbûr bin li rêyên dîtir ango li qacaxçitiyan bigerin. Lê ezê dîsa dûbare bikim çavbirçîtî jî rastiyek me ye.



23.04.2022 14:15 ~2022.04.24 01:49 | rizgarm