Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [digor] de;

3. Navçêya qersê ye ku bêhtir kurd lê dijîn. Ez şevekî lê mam. Min pêşiyê cih nedît piştî wê bi xêra hevalekê me malek kurd dît û em lê bûn mêvan. Naxwazim hemûyan bi carekê de bidarizînim û bêjim ne mêvanperwerin lê heke me ew hevala nedîta emê li dervê bimana. Li bajar Ne hotêlek heye ne pansiyonek.


Ji şêniya bêhtir leşker û polês lê dijîn. Şaredarî niha di dest serdestan de ye lê di werçerxên berê de hdp yê şaredarî rê ve biriye. Ji xwe ji navê sikak û şeqamê wan (mîna musa anter û orhan dogan) diyar e.


Hinekî derê bajêr pênc heb dêr hebûye lê niha tenê yek li piya ye.


Her çiqas tiştên neyînî bi sere me de hatibe jî di dawiya şevê de hemû hestan cihê xwe ji hîsên xweş û kurdewar re hişt. Mala em lê mêvan bûn hîn bi alavên berê û kurdewar ve tije bû.



24.09.2020 23:55 | rizgarm