Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [voltaire] de;

3. Felsefevan û ronakbîrê frensî ye. Di pirtûka xwe ya "feylesofê nezan" de gelek tinaz û henekên xwe bi felsefevanên pêşiya xwe kiriye û di gelek cihan de ez kenandime. Mînak di vê perçeya hanê de ez bişirîme:
"...Ezê ji we re bi zelalî xweza çawa dilebite rave bikim. Pêşiya pêşîn bi awayek gelemperî xwezayek heye, jê şûnde xwezayek plastîk ku hemû ajal û nebatan pêk tîne heye. Hûn fêm dikin? - ez peyvekê jî fêm nakim ezbenî. - wê demê em bidomînin." **

Pirtûk bi zimanek xwerû û fambar hatiye nivîsîn. Derheqê hebûna xweda û sînor û peywirên mirovantiyê, nirx û rûmeta jîndaran, çewtî û saşîtiyên fikran de agahî û fikrên xwe bi awayek rûxalî pêşberî me dike. Ji ber ku berhem têgehên kûr zêde nahewîne û li ser felsefeyê bi zelalî sekiniye min gelek jê hez kir.



27.03.2021 14:46 | rizgarm