Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [axbandir] de;

2. Dema em zarok bûn ev giha û nebatên çolê hê gelek bûn. Ewqas ku dema payîz û buharê dihat bavê min henek dikir digot "dîsa giha şîn bûn em ji birçîna xilas bûn". Me diçû şêlmok(xerdel), dêjnik, sîrim,çexşûr, tirşo, tûzik û xazrîng berhav dikir. Axbandir jî hebûn lê ne bi qasê vana. Axbandir zêdetir li cihê xazrîngan dihat dîtin. Heta em carinan bi hevalan re diket pêşbirkan ka gelo kî bêhtir xurcika xwe tije dike. Me xazrîng bi qeftan dijimart lê axbandir bi têlan. Tiştek bi qîmet bû li ber çavê me. Heke xazrîng zîv be ev safî zêr bû. Me dixaşand û yan bi mast çêdikir yan jî di nav rûn û hêkan de diqeland. ji ber me bi xazrîngan re çêdikir tehma wê tenê çawaye nizanim. Lê van demê dawiyê êdî ew pel û pincara berê nemaye li gundan. Û yabo em êdî birçî ne!



30.04.2022 22:41 ~22:43 | rizgarm