1. Victor lidio jara martinez 23 yê îlona 1932 an gundek piçûk ku bi "loquen" tê zanîn li derê santiago yê çavê xwe vekirî. Bavê wê araqxwur bû. Terka mala xwe da. Jara di destê diya xwe ya stranbêj de mezin bû. Diya wê jî stran gotibû û li gîtarê dabû. Muzîka gelêrî ya şîlî yê fêrî kurê xwe kir. 11 ê îlona 1973 yan zilamê emperyalîzma dya' yê augusto pinochet dema derbeya leşkerî pêkanî jara jî di nav girtiyê pêşî de bû. Kes nizane ji bo çi lê destûr dabûn ku gîtara xwe jî bigre. Mîna gelek hevalê wê ew jî birin estadio chile (stadyûma şîlî) yê û li wir şkence lê kirin. Wê li stadyûmê ji hevalê xwe re stran digot. Dema dora şkencê hate wê şkencekara pêşî ji bo li gîtarê nede destê wê şikandin. Lê bihîstin ku bi tiliyê şikestî li gîtarê dide. Roj 16 ê îlona 1973 yan. Di nava merivê şoreşgerê bi hezaran ku stadyûm tijê kiri bûn yek jî victor jara bû, bi gîtara xwe strana navdar ya unidad popular (bnr: venceremos) dibêje. vîdyoyê veke Di stadyûmê de ev strana ku hemû şoreşgera bi yekdengî digot efserê gestapo yê herî bilindê stadyûmê, milê rastê yê pinochet, serhengê şkencekar "madio manriguez bravo" aciz dike. Fermana teqandina silehan dide. Dema stadyûm bi dengê sîlehan dihejiya stran hîn didomand. Edwin dimter bianchi yê bi navê "prens" tê zanîn wekî 'kujerê jara' ketiye nav rûpelê dîrokê. Bi qontaxa serê jara dipelçiqîne. Laşê wê bi gule yan dikin bêjing. vîdyoyê veke Kujerên tirsonek mîna tew jara binçav nekiribe, şkence pê nekiribe û bi 44 guleyan laşê wê qul nekiribe li nêzîka goristana santiago berdidin. Laşê wê piştî çar roja ji aliyê jina wê hate dîtin û defn kirin. Li pey wê bi sedan stranê şoreşgerî mane. vîdyoyê veke vîdyoyê veke |
|
21.02.2020 10:33 ~10:35 |
rizgarm
|