Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the salesman] de;

1. Derhêner dîsa bi awayekî şareza valahî û pirsnîşanên ku ji temaşevanen ra hiştî dixwaze bi mantiq û xeyalê wan tije bibe û ji xwe re bersivan bibîne. Ji bo vê filmê pir xeyalî nefikriye. Bûyer an çîroka filmê jiyan bixwe ye. Lê jiyan her dem pirsgirêka ji merivan re derdixe. Ji bo çareseriya van pirsgirêka tim rêyan dide ber meriv ku divê yekî jê hilbijêre. Û ez bawerim bi van hilbijartinan emê însan bimînin. Çi rêya baş û qenc çi rêya xerab û xelet be. lehengê vê çîrokê gor hurgiliyên bûyera rêyan dide ber xwe û jê yekî dibijêre. Lê her dem pirsnîşanek û valahiyek dimîne di mêjîye me de.

Di filmê de Hurgiliyek din bala min gelek kişand, ji yekêmînê sînemaya îranê filma (bnr: gāv) yan bi kurdî "ga" lehengê me yê şanoger bi xwendekarê xwe re temaşe dike. Ev jî silavek li wê bû.



05.04.2020 22:56 | rizgarm