Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the legend of the ugly king] de;

1. Belegefilma ku ji aliyê hüseyin tabak hatiye kişandin. Bi awayekî giştî li ser film û serpêhatiya kişandina filmên yılmaz güneyî sekiniye. Bi heval, hogir, kes, lêzim û mervatiya wî re hevpeyvîn çêkiriye. Di derheqê serpêhatî û jiyana wî de em fêrî agahiyên nû û bi hûrgulî dibin. Bi rastî jî meriv dîsa fêm dike ew lehengek mezin e.


Tişta ku min şaş û metel kir ji dîmenên dema film dikişîne de hers û xeyda wî bû. Bi taybetî di filma duvar de hêrs û hezkirina ji zarokan meriv li hestên cûr bi cûr dixe* lê sedema van bertekê wî em taliyê fêm dikin ku "film" e, ya rast Hezkirin û daxwaza kişandina filman e.

Her çiqas kurdîaxêv kêm bin jî mîna ku camêrê di belgefilmê de nirxandina li ser filmên yılmaz güneyî dike "di nava filmên wî de her dem bi tîpên sor û mezin 'kurdîstan' hebû".

Ji bo hezkiriyên yilmaz guney nêrînek nû û yên nas nakin jî hevnasînek germ. Jiyanek bi azwer û têkoşer di nava astengiyan de, azadî û xweserî di nava girtîgehan de, filmên serkeftî û cûda di nava qedexeyan de. Û "bila Dost û dijmin bizanibin ku, emê bi ser kevin teqez emê bi ser kevin!"



22.11.2020 16:08 ~16:24 | rizgarm