Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gawestî] de;

2. Dêya min kurdek zaza ye û ji erxeniya amedê ye. Gorî bav û kalikên wê ji wê re vegotiye, ew ji aliyê qerejdaxê hatine (bi rastî jî li derdora qerejdaxê zaza hene) û vana ji êlek û eşîrekê bûne. Bes gayê birayekê westiyaye û di cih de maye (lê vana ji kur tên ez jî nizanim?) ji vana re gotine "gawestî". Û birayê din rêya xwe domandiye heta çiyayên pişta erxenî jî çûye û navê wan jî bûye "gabelek". têkiliyê wan qut nebûye heta kalikê min jî. Kalikê min yanê bavê dêya min li derdora qerejdaxê gavantî û şivantî kiriye. Lê niha ev tenê çîrokeke di devan de. kalik çû û van tiştana pûç bû.



09.05.2021 23:25 | rizgarm