Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fatmok] de;

1. Bi navê xwe yê din "qumrîk". Îro ez bi çîroka vê balindeya dengê wê li serê sibehan bi awayek hewar ango nalînekê li cihên nediyar ji gohên mirovan kêm nabe hesiyam. Çîrokek xweşik e û kêm zêde ev e:

Rojekê ji rojan li welatekê malek hejar hebû. Di vê malê de du xwişk û birayek tevî dê û bavên xwe dijiya. Rojekê biharê evan du xwehan biryar dane tevê birayê xwe biçin berhevkirina kerengan. Her yekê ciherek(tûrek) kiriye pişta xwe û berê xwe dane çol û çiyan. Kerengên ku radikin di cihera xwe de berhev dikin. Ji ber ku ji nav xwişk û birayan de bira biçûk û ezîzê ber dilê wan e dixwazin pêşîn cihera birayê xwe tije bikin. Lê belê haya wan jê nîne ku cihera birayê wanê reben qul e û hemû kereng jê dikeve erdê. Dibe êvar û dibêjin me ciherên xwe bi kerenga tije kir em vegerin mala xwe. Digihên mala xwe û her yek ciherên xwe didin dayika xwe. Lê dayik dema cihera birayê wan vedike tê de kereng mereng nabîne. Dayika wan hêrs dibe û li kurê xwe dixe. Kurê dayikê, birayê xwişkan li wir can dide. Xwişk gelek ber birayê xwe dikevin û ji xwedê dixwazin ku bibin du kevok û her bangê birayê xwe bikin. Dengê wan digihê xwedê û ew dibin du kevokên bedew. navê wan dayn didin "fatmok". ev herdû xwişk her li ser gelî û newalan bangê birayê xwe yê bêmirad dikin "kekooo, kekooo, kekooo!!!".



18.05.2021 13:58 | rizgarm